
Serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan ji ber serkeftina partîya “Peymana sîvîl” di hilbijartinên parlamêntîyê de peyama pîrozbahîyê ji serokwezîr Nikol Paşînyan re şandîye.
Peyamê tê gotin: “Bi navê gelê xwe û xwe, ez ji bo serkeftina partîya “Peymana sîvîl” ya ku Hûn serokatîya wê dikin di hilbijartinên parlamêntîyêye 7 ê hezîranê hatin lidarxistin, bi dilsozî pîrozbahîyê li We dikim û di avakirina hukumetê de ji bo cara sêyemîn serkeftinê ji We re dixwazim.
Ez bi tevahî piştrast im ku vîzyona We ya stratêjîk ya ji bo avakirina aşîtî û aramîya mayînde li herêmê û mîsogerkirina hevkarîya pêwîst di wî alî de wê bi serkeftî bê temam kirin.
“Bi vê derfetê, ez careke din ji We re tenduristîyê û rehetîyê û ji gelê Ermenîstanê re jî şadî û bextewarîyê dixwazim”.







