H’emû nûçeSereke

Hilberînerên gulên ermenî gihîştina platforma bazirganîya gulên herî mezin ya cîhanê bi dest dixin

Hilberînerên gulên ermenî gihîştina platforma firotina gulên here mezin ya cîhanê ku li Holandîyayê dixebite bi dest xistine.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna rojnamevanan de ragîhandîye.

Paşînyan gotîye: “Serokwezîrê Holandîyayê bi xwe ji min re nivîsîye ku ew ê bi her awayî piştgirîyê bidin hilberînerên gulên ermenî da ku ew bigihîjin wê bazar û platformê”.

Rûsyayê îtxalkirina gulên ermenî qedexe kiribû. Ji bilî gulan, Rûsyayê berîya hilbijartinên  Ermenîstanêye parlamêntîyê li ser berhemên din yên li Ermenîstanê jî sînordar kiribû. Bi taybetî, îtxalkirina ava mînêral ya “Cêrmûk” ê, berhemên mesîya û hin vexwarinên alkolî hatibû qedexekirin û sînordarkirin li ser îtxalkirina fêkî, sebzê ermenî hatibûn danîn. Di wê çarçoveyê de, Yekîtîya  Avropayê pakêteke piştgirîyê ji bo Ermenîstanê ragîhandibû, ku alîkarîya tavîlê ya  50 mîlyon yûro û her weha tedbîrên zêde ji bo berfirehkirina derfetên hinardekirinê ji bo berhemên ermenî û hêsankirina bazirganîyê vedihewîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button