Gêlas 400 diram, brêndî 830 diram:tarîfeyên tezmînatê yên nû ji bo hinardekaran

Hukumeta Komara Ermenîstanê piştgirîyê dide karsazên ku zerdela, şeftala, nêktarîna, şerab, brêndî û ava mînêral îxrac dikin.
Sînorên tezmînata qebareya îxracatê ev in:
. Ji bo her kîloyek zerdela-200 diram
. Ji bo her kîloyek gwîz, şeftale û nêktarîn- 250 diram
. Ji bo her kîloyek gîlas-400 dram
. Ji bo her lître şeraba tirîya ya şûşeyî-350 dram
. Ji bo her lître brandy ya şûşeyî -830 diram
. Ji bo her lître ava minêral-150 diram.
Bername ji bo kesan yan sazîyên yasayî û karsazên takekesî yên ku ji 1 ê hezîranê heta 1 ê tîrmehê ji axa Komara Ermenîstanê îxracatê dikin peyda dibe.
Ji 1 ê hezîranê, nêzîkî 257 000 kîlogiram gîlas û 64 900 kîlogiram zerdele hatine hinardekirin.Sazîyên ku di hefteya borî de hinarde kirine jî dikarin ji bo bernameyê serlêdan bikin û tezmînata guncaw bistînin.







