
14 ê hezîranê, li Dîlîjanê civîna xebatê di navbera sêkrêtarê konsêya Komara Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan û alîkarê serokkomarê Komara Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv li Dîlîjanê pêk hatîye.
Hevdîtinê de, alîyan li ser mijarên têkildarîya rojeva aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de niqaş kirine.Girîngîya dîyaloga dualî ya berdewam di çarçoveya hewildanên ji bo qewînkirina aşîtî û aramîya demdirêj li herêmê hatîye tekez kirin.
Alîya her waha li ser tedbîrên ji bo qewînkirina bawerîya hevbeş di navbera civakên sîvîl yên her du welatan de nêrînên xwe parve kirine.
Armên Grîgoryan û Hîkmêt Hecîyêv pevketine ku têkilîyên xebatê bidomînin û destnîşan kirine ku civîna din wê li Adirbêcanê bê lidarxistin.







