H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan mezûnên zanîngehên pêşeng yên cîhanê vexwendî dike ku tevlî banka pêrsonalên hukumeta Ermenîstanê bibin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan mezûnên zanîngehên pêşeng yên cîhanê vedixwîne ku tevlî banka pêrsonalên hukumeta Ermenîstanê bibin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

“Mezûnên zanîngehên pêşeng yên cîhanê yên hêja, ez we hemûya vedixwînim ku hûn tevlî banka pêrsonalê ya hukumeta Komara Ermenîstanê bibin.Vexwendnameya min ji bo wan kesan e ku li gorî rêzbendên navneteweyî yên QS World University Rankings, Times Higher Education  yan jî Academic Ranking of World Universities (ARWU, Shanghai Ranking) perwerdehîya xwe li yek ji 200 zanîngehên here baş yên cîhanê wergirtine û amade ne ku tevlî pergala rêveberîya giştî ya Komara Ermenîstanê bibin”.

Heger Hûn eleqedar in, ji kerema xwe CV ya xwe ji [email protected] re bişînin.

Pêwîste nameyeke motîvasîyonê ya here zêde rûpelek li CV yê  bê girêdan.

Demjimêra dawî ji bo serlêdanên qonaxa yekem ji 15 ê hezîranê heta 15 ê tîrmeha sala  2026 a vekirî ye.

“Namzatên ku di hilbijartina pêşin de bi ser ketine wê ji bo civîna bên vexwendin. Di nav sala bê de wê ji kesên ku di banka pêrsonalê de cîh digirin karekî taybetî bê  raber kirin”,- Paşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button