
Balyoza Almanîyayêye li Komara Ermenîstanê Klaudîa Buş, li ser navê hukumeta xwe, 16 motorsîklêtên berfê ji bo nûjenkirina amûrên têknîkî yên hêzên çekdar û pêşxistina şiyanên wan radestî wezîreta Ermenîstanêye parastine kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandîye û hatîye gotin ku 17 ê hezîranê, cîgirê yekem yê wezîrê parastinê, serokê fermandarîya giştî ya hêzên çekdar,gênêral-lêytênant Êvard Asryan li komplêksa îdarî ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê Klaudîa Buş qebûl kirîye.
Balyozê destnîşan kirîye ku Ermenîstan û Almanya bi têkiliyên nêzîk ve girêdayî ne.
Ewê bi taybetî tekez kirîye ku ji sala 2025 a, têkiliyên dualî bi rojeva hevkariya stratêjîk, ku alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û şansolyeyê fêderal yê Almanyayê Frîdrîx Mers ve hatîye îmzekirin, qewîn bûne.







