H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan wê beşdarî civîna konseya navdewletî ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku ew ê di demek nêzîk de beşdarî civîna konsêya navdewletî ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku “Rossêlxoznadzor” ê îtxalkirina hejmareke berhemên ermenî qedexe kirîye.
Nîkol Paşînyan gotîye: “Ez ê beşdarî wê rûniştinê bibim û wek min got, em ê bi wan mijaran re mijûl bibin, lê em îro ji xwe bi wan re mijûl dibin. Sazîyên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dixebitin” .
Li gorî wî, ev pêvajoyên asayî û berdewam in ku diqewimin û hukumeta Ermenîstanê wê beşdarî wan bibe. Civîna bê ya konsêya hukumeta Avrasîyayê ji bo 15 ê tebaxê li bajarê Qirqizistanêyî Çolpon-Atayê hatiye plankirin







