H’emû nûçeSereke

«Airbus Helicopters ê û Komara Ermenîstanê ji bo kirîna şeş helîkopterên H145 peyman îmze kirine

Airbus Helicopters ê û Komara Ermenîstanê peyman ji bo dabînkirina şeş helîkopterên pirrol yên H145 îmze kirine. Peyman di seredana fermî ya serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron bo Yêrêvanê hatîye temam kirin û vê dawîyê ketîye merîyetê, ku bûye gaveke girîng ber bi qewînkirina têkilîyên dualî yên di navbera Fransîyayê û Ermenîstanê de.

Ev helîkoptêrên pirrol wê ji bo veguhastinê bên bikar anîn. Ev peymana Ermenîstanêye yekeme bi Airbus Helicopters ê re ye, ku bingeha modêrnîzasîyakirina filoya helîkopteran ya welêt bi yek ji modêlên here nerm û pêbawer di çîna xwe de datîne.

Cîgirê serokê Avropa Rojhilatê,Asyaya Navîn û Kafkasîyayê Lyûdovîk Bûaston gotîye: “Ev peymana destpêkê delîlek e ji bo hevkarîya kûr di navbera hevaltîya me û Ermenîstanê de. Em serbilind in ku piştgirîyê didin welêt di pêşxistina şîyanên xwe yên hewavanîyê de.” Ewî zêde kirîye: “Em li benda hevkarîya dirêj û berhemdar in û amade ne ku têkilîyên xwe bêtir kûr bikin”.

Malbata H145 li seranserê cîhanê bi helîkopterên 1800  re di xizmetê de ye, bi tevahî dema firînê ya zêdetir 8,5 mîlyon demjimêran.Ew ji  du motorên “Safran Arriel 2E” ve tê hêz kirin, kontrola motora dîjîtal ya desthilatdarîya tevahî û pergalên avîonîk yên dîjîtal yên “Helionix” ê (êlêktronîkên hewavanîyê) hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button