Derfetên berhemên ermenî ji bo ketina bazarên Avropayê di hevdîtinekê de bi dîplomatên Yekîtîya Avropayê re hatine niqaşkirin

Cîgirê wezîrê karên der Vahan Kostanyan, li gel cîgirên wezîrên aborîyê Anûşîk Avêtyanê û Arman Xocoyan, rastî serokên mîsîyonên dîplomatîk yên Yekîtîya Avropayê û welatên endam yên li Ermenîstanê hatine pejirandin, hatîye. Civînê de, wana bernameyên ji bo qewînkirina berxwedana aborî ya Ermenîstanê, berfirehkirina derfetên hinardekirinê ji bo hilberên ermenî, mijarên hêsankirina bazirganîyê û her weha bernameyên piştgirîyê yên ku ji bo sêktorên çandinî û bêcerkirina kulîlka bên peyda kirin, niqaş kirine.
“Piştî niqaşên ku di çarçoveya konsêya wezîrên Yekîtîya Avropayêye karên der hatine kirin, di civînê de hejmareke mijarên têkildarî rojeva dualî ya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û welatên endam yên Yekîtîya Avropayê de hatine niqaşkirin, di nav de bernameyên ji bo qewînkirina berxwedan û pêşkeftina aborîya Ermenîstanê. Beşdaran girîngîya berfirehkirina derfetên hinardekirinê ji bo hilberên Ermenîstanê û hêsankirina bazirganîyê di çarçoveya sînorkirinên bazirganî û aborî yên heyî de tekez kirine”.
Daxuyanîya wezîreta karên derda hatîye gotin ku di hevdîtinê de her wiha li ser bernameyên piştgirîyê yên pratîkî yên ku wê ji bo sêktorên çandinî û kulîlkan bên peyda kirin jî axivîne. Beşdarên niqaşê agahî li ser pêşketina gavên dualî yên ji bo efirandina derfetên nû ji bo hilberên ermenî li bazarên Avropayê û kûrkirina têkilîyên karsazîyê parve kirine.







