AborîSereke

Ermenîstanê 162 tonn zerdele îxracî Ûkraînayê û Gurcistanê kirîye: Papoyan

Ermenîstanê di navbera 1-17 ê hezîranê de 411 tonn sebzeyên serayê û nêzîkî 1.8 milyon kulîlk hinarde kirîye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Komara Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna hukumetê ya 18 ê hezîranê ragîhandîye.

Erdnîgarî ji alîyê hejmarê ve wiha ye: Gurcistan, Ûzbêkîstan, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Îran, Ûkraîna, Bilgarîya, Qibris, Latya, Rûmînya, Komara Çêxîyayê, Avstirya, Holandaya, Fransîya, Bêlarûs, Qazaxistan.

Li gorî Gêvorg Papoyan, hinardekirina zerdela jî dest pê kiriye.

Wezîrê aborîyê ragîhandîye: “Me 162 tonn zerdele hinarde kiriye. Hinardekirina yekem bo Ûkraînayê û Gurcistanê hatîye kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button