H’emû nûçeSereke

Zelal e ku Ermenîstan wê xwedîyê çi cûre stansîya atomîbe, lê hîn jî tu arasteyek di derbarê hilbijartina hevaltîya avakirinê de tune ye.

Payîza sala îsalinda de biryarek wê bê dayîn ku dema xebitandina stansîyaî Mêsamorêye atomî ji bo 10 salên din bê dirêjkirin. Ermenîstanê ji bo avakirina tansîya atomî ya nû pêşnîyarên pênc welatan wergirtine.

Derheqa wê yekêda wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê ragîhandîye. Davît Xûdatyan destnîşan kirîye ku alîyê Ermenîstanê hîn ne bi lez e, ji ber ku hîn dem heye. Û agahdarîyên nû li ser stansîya atomîye modûlar ji welatên cuda yên cîhanê tên wergirtin.

Pênc welatên ku pêşnîyara avakirina stansîya atomîye modûlyar ji Ermenîstanê re kirine.Erdnîgarîya welatan fireh e: Dewletên Yekbûyt, Fransîya, Rûsya, Korêya, Çînistan. Lê belê, Ermenistan ne bi lez e ku hilbijartinekê bike.Wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan dibêje, cûreyê stansîyayên atomîye berê hatîye hilbijartin, hîn dem heye ku welat û modêl bê hilbijartin.

“Welatên cuda stansîyayên atomîye modûlar hene. Pêşnîyarên cuda hene. Em ji bo biryarekê lez nakevin, ji ber ku kapasîteya stansîayê xebitandinê ewqas e ku em dikarin wê di pergala ênêrjîyê de bihêlin”.

Pêkhateya darayî ya stansîya atomî ya nû pir girîng e, ji ber ku lêçûna avakirinê dikare bandoreke girîng li ser tarîfa êlêktrîkê bike. Û pêşnîyar ji alîyê darayî ve ji hev cuda ne, ji ber vê yekê, li gorî wezîr, yek ji şertên sereke wergirtina pêşnîyara here erzan ya gengaz e.

Wek her projeyeke mezin, di vê rewşê de jî, balê sereke ramana zanistî ye. Profêsora beşa fîzîka  atomî ya zanîngeha Yêrêvanêye dewletê, rêvebera navenda lêkolînên pêşbînî Anahît Balabekyan,  dibêje ku ênêrjîya atomî bi lez pêş dikeve. Niha ew yek ji çavkanîyên sereke yên ênêrjiya gerdûnî ye.

Rêya sereke ya pêşkeftinê ênêrjîya ewle ye: roj, ba û hîdroênerjî. Ev jîngehê ji qirêjîyê dûr dixin. Ênêrjîya atomî di nav van de ye. Li gorî zanyaran, ew jîngehê qirêj nake, ji ber ku ew li ser bingeha madeyên xav yên xwezayî ye û di tora ênêrjîyê de xwedî pareke mezin e. Pispor dibêje, bi gelemperî, li cîhanê du celebê stansîya atomî têne pêşve xistin:stansîya atomî yên sabît û yên modûlar yên biçûk.

“Stansîyayên atomîye modûlar yên biçûk di vî warî de peyveke nû ne. Her çend bingeh demeke dirêj berê hatibe danîn jî, di van demên dawî de em pir çalaktir li ser rêaktorên modûlar yên biçûk diaxivin. Çi balkêş e? Ew kompakttir in, di warê ewlehîyê de pir ewle ne. Dema ku meriv hemî qezayên ku di demên berê de di stansîyayêyn atomî de qewimîne bihesibîne, niha, bi berçavgirtina ewlehîyê, wana bi piranî van çavkanîyên xetereyê ji holê rakirine û pir ewle bûne”.

Rêaktorên biçûk balkêş in, lê li gorî pispor, dema ku biryarek tê dayîn divê hejmareke faktor bên hesibandin:

“Çiqas biha ye, çiqas ewle ye, çiqas li gorî erdê welêt adapte dibe? Bi gotineke din, gelo gengaz e ku ev hemû bên organîzasîyakirin? Li vir pirsgirêkên lojîstîkî jî hene, divê ev hemû bên lêkolînkirin.” “Di warê kapasîteyê de tu pirsgirêk tune, em ê kapasîteya ku em dixwazin hilbijêrin, li gorî pergala ênêrjîya me û xerckirina me hilbijêrin. Em dikarin modûlareke 100 mêgavatê hilbijêrin, em dikarin 1000 mêgavatê hilbijêrin, li gorî hewcedarîyên Ermenîstanê”.

Heger temenê xebitandina stansîya Mêsamorye atomî bi serkeftî bê dirêjkirin, Ermenîstan wê bikaribe stansîyayê di sîstema xwe ya ênêrjîyê de here kêm heta sala 2036 a bihêle. Wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê, Davîd Xûdatyan, dibêje ku di sala 2026 a stansîya atomî wê ji sîstema ênêrjîyê ya Ermenîstanê bê qutkirin û wê di qonaxa bernameya dirêjkirina temenê xebitandinê de be. Opêrasîyonên dirêjkirina temenê xebitandinê her sal têne kirin, her 5 sala carekê ew dirêjtir dibe û qutbûna ji sîstema ênêrjîyê nêzîkî 3 mehan e.

Heta ku Ermenîstan biryara xwe bide, çend welatên cîhanê wê stansîyayên atomîye modûlar bi tora êlêktrîkê ve girêdayî hebin. Pispor û rayedar bawer dikin ku ev yek wê rê bide nirxandineke bêkêmasîtir ya ezmûna karanîna vê têknolojiyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button