
Leşkerên yekîneya topxaneya mûşekî ya artêşa Komara Ermenîstanê bi karanîna sîstemên “Atlant” yên xwemalî tetbîqatan kirine. Li gorî “Armenpress” ê, raporta “Zinuj mêdia” ê wezîrê parastinê Surên Papîkyan weşandîye.
Di raportê de tê gotin ku yekîneya topxaneya fuzeyê li gorî plana perwerdeyê ji bo bicihanîna erkên xwe yên hatine danîn, dest bi bicihanîna wan kiriye. Hedefên konvansîyonal bi çalakîyên pir rast hatine lêdan.
Armanca tetbîqatê cêribandina şiyanên parastinê yên yekîneya beşdar, cêribandina bandora çalakîyên pêrsonalên leşkerî û başkirina hevrêzîya wan bûye.
Fermandarê yekîneyê Arîk Gokoryan gotîye: “Zanîna pêrsonelan him di dema perwerdeyê de û him jî di dema gulebarana pratîkî de bêtir qewîn dibe”.
Li gorî fermandarê hesabkirinê, Grigor Ayvazyan, di dema tetbîqatên weha de, hesab dikarin bi awayekî ahengtir tevbigerin.Ayvazyan destnîşan kirîye: “Hesabkar dikarin bi tenê yek çavnebarîyê hevûdu fêm bikin û wek laşek yekane çalakîyan zûtir pêk bînin”.
Opêrasîyonên agirkujiyê bi karanîna pergalên rokêtên biçûk yên pir-avêtinê yên navxweyî “Atlant” hatine kirin.
Raportê de tê destnîşankirin ku ev çek, ku li cebilxaneya artêşa Ermenîstanê hatiye zêdekirin, ji bo tunekirina hêza mirovî, hêza agir û konvoyan û her weha tepeserkirina topên roket, hawan û bataryayên dijî-balafiran hatiye çêkirin. Sîstem xwedî moda xebitandinê ya otomatîk, stasîyoneke mêtêorolojîk ya yekbûyî ye û dendika agir ya bilind peyda dike.
Fermandarê yekîneyê Arîk Gokoryan destnîşan kirîye ku yek ji taybetmendîyên girîng yên sîstemê ew e ku pêrsonal dikarin ji dûr ve bi ewlehî tevbigerin.
Grîgor Ayvazyan her wiha tekez kirîye ku pergala otomatîk dihêle ku alav ji dûr ve bên bikar anîn û xetereyên ji bo pêrsonalê kêm dike.
Ayvazyan gotîye: “Tiştê herî girîng pergala otomatîk e, ku dihêle ku alav ji dûr ve bên bikar anîn. Dema ku em alavan tespît dikin û wêran dikin, em ji tiştê herî girîng- windakirina mirovan- dûr dikevin”.
Raportt destnîşan dike ku her tetbîqatek wiha amadebûna leşkeran hewîn dike, îlhamê dide wan û derfetê dide wan ku bi coş û fedakarîyeke mezin pêş bikevin.
Leşker Samvêl Hakobyan destnîşan kirîye ku guleya yekem ji bo her topçîvanekî xwedî wateyeke taybetî ye.
Hakobyan gotîye: “Ji bo her topçîvanekî, guleya yekem beşa here hewîn û bi bandor ya bîranînê ye. Ez ji ber vê yekê pir bi heyecan im”.
Li gorî Grîgor Ayvazyan, yekîneya leşkerî du sal li pey hev wekî yekîneya topxaneyê ya here baş ya hêzên çekdar tê naskirin.
Ayvazyan destnîşan kirîye: “Qonaxa perwerdehîyê ya berê û encamên vê qonaxa perwerdehiyê dihêle ku em bi bawerî bêjin ku em ê di ezmûnên pêş de pêrformanseke bilind nîşan bidin”. Leşker Samvêl Hakobyan tekez kirîye ku ew amade ne ku îzbat bikin ku yekîneya wan ya leşkerî hîn jî yekîneya topxaneyê ya here baş e.







