H’emû nûçeSereke

Dadgeha destûrî serlêdanên 7 hêzên sîyasî yên ku li dijî encamên hilbijartinê îtîraz dikin qebûl kirîye:civîn ji bo 26 ê hezîranê hatîye dîyarkirin

Dadgeha destûrî, civîna xwe ya xebatê ya 21 ê hezîrana sala 2026 a, dozên “Li ser bingeha serlêdanên hevpeymanîya partîyên “Ermenîstana bi hêz”, partîya “Baskên yekîtîyê”, partîya “Dîsîplîna qanûna dêmokrasîyê”, partîya “Ermenîstana refah”, partîya “Hevpeymanîya parêzvanên dêmokrasîyê ji bo komarê”, hevpeymanîya partîyên “Ermenîstan” û partîya rêformxwaz ya “Hêza nû”, derbarê nakokîya têkildarî biryara hejmar 259-A ya komîsîyona hilbijartinê ya navendî ya Komara Ermenîstanê ya 14 ê hezîrana sala 2026 a “Li ser kurtekirina encamên hilbijartinên asayî yên  parlamênta Komara Ermenîstanê ya 7 ê hezîrana sala 2026 a” ji bo lêkolînê qebûl kirîye”, dadgeha Destûrî radigihîne.

Ji ber ku dozên navborî heman mijarê dişopînin, li gorî xala 41 emîn ya qanûna destûrî “Li ser dadgeha destûrî”, dozên navborî hatine yekkirin û wê di heman rûniştina dadgehê de, ku wê  26 ê hezîrana sala 2026 a, seheta 11:00 a  pêk bê, bê nirxandin.

Dadwerê dadgeha destûrî Şatîryan wek raportkirê dozê hatiye tayînkirin û darizandina doza yekbûyî wê bi rêbaza devkî bê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button