Daxwaza berhemên ermenî li Avropayê ji şîyanên me zêdetir e:Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan piştrast kirîye ku Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide Ermenîstanê li himber sînordarkirinên bazirganîyê yên ji alîyê Rûsyayê ve hatine ferzkirin, lê tekez kirîye ku ev ne li ser guhartina bazara Rûsyayê ye, lê belê li ser cûre-cûrkirina hinardekirinê ye.
Li gorî wî, berhemên Ermenîstanê ji niha ve dest bi dabînkirina deh welatên nû zêdetir kirine, ku gelek ji wan berê ji Ermenîstanê hawirde nedikirin.Peymanên hinardekirinê yên mezin yên demdirêj berê hatine îmzekirin û daxwaz li bazarên nû ji mîqdarên ku hilberînerên ermenî niha dikarin bicîh bînin derbaz dibe.
Paşînyan destnîşan kirîye ku armanca hukumetê ew e ku alîkarîya karsaza bike ku hilberînê zêde bikin da ku li bazarên nû, ne tenê di demek kurt de, lê di demek dirêj de jî, cîh bigirin.







