SerekeSîyasî

Bekûyê çalakîya bi navê “Mîrata Adirbêcana Rojavayê: vegera bo kokên dîrokî”  li dar xistîye

Bekû sîyaseta xwe ya îdîayên bê bingeh li dijî Ermenîstanê di asta dewletê de û sextekirina dîrokê didomîne. Li gorî medya Adirbêcanê, li civaka êtno ya “Xan Yurdu” ya gundê Yêni Zod ya herêma Goygolê fêstîva bi navê “Mîrata Adirbêcana Rojavayê: vegera bo kokên dîrokî” hatîye lidarxistin. Çalakî ji alîyê civaka qaşo “Adirbêcana Rojava” ve bi hevkarîya rayedarên cîbicîkar yên herêma Goygolê hatîye organîzasîyakirin.

Tê destnîşankirin ku fêstîval “beşên ku herêmên cûda yên Adirbêcana Rojavayê nîşan didin, kevneşopî, folklor, hunerên destan û mêlodîyên aşûq raber dikin, dihewîne. Wêne, tablo, pirtûk û hunerên destan yên ku dîrok û çanda herêmê nîşan didin jî hatin  raber kirin  û werzîşvanên ji klûba werzîşê ya “Îrêvan” axaftin kirine”. Divê bê zanîn ku bi “Îrêvan”, Beku tê wateya paytexta Ermenîstanê, Yêrêvan.

Endamê meclîsa Adirbêcanê û serokê civaka bi navê “Adirbêcana Rojava” yê ya ku ji alîyê Bakûyê ve hatîye efirandin, destnîşan kirîye ku rêxistin qaşo “bi mîlyonan hemwelatîyên ku rastî sirgûnkirin û paqijkirina êtnîkî hatine û her weha neviyên wan” dihewîne.Ewî destnîşan kirîye ku armanca wê “ew e ku vegera ewle û bi rûmet ji bo axên xwe yên dayikbûnê misoger bike û girîngiya axaftina serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 24 ê kanûna sala 2022 a ye pêşin de wek piştgiriyek sîyasî ji bo vê pêvajoyê tekez kirîye.

Bekûyê çend roj berê çalakîyeke din ya bi vî rengî li dar xistibû.

Bidine kifşê ku Beku teza bi navê “Adirbêcana Rojava” yê pêş dixe, ku bi wê re îdiayên xwe yên axê yên bê bingeh û derewîn yên li dijî Ermenîstanê pakêt dike. Bi gotina “Adirbêcana Rojava” ê, Adirbêcan temsîla axa Ermenîstanê dike. OC Media ê ragîhandibû ku belgeyên ku derketine holê yên ku  lêkolîn kirine eşkere dikin ka rêveberîya serokatîya Adirbêcanê çawa belavbûna navneteweyî ya vegotina “Adirbêcana Rojava” ê hevrêz kiriye û fînanse kiriye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button