H’emû nûçeSereke

Koma zerdelên Ermenîstanêye simbolîk gihîşte Yekîtîya Avropayê:Marta Kos

Koma zerdelên Ermenîstanêye simbolîk gihîşte Yekîtîya Avropayê. Derheqa wê yekêda komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê mîkrobloga xwe ya X de derbarê hevdîtina xwe ya bi wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xudatyan nivîsîye.

“Spas ji wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesaziyê Davit Xudatyan, ji bo diyarîyê û nîqaşa pir baş. Em berîya destpêkirina platforma rojeva girêdanê ya sibê civiyan, ku em ê xebata xwe ji bo girêdana çêtir ya Ermenîstanê bi cînarên xwe û Avropayê re bidomînin”,-Kosê nivîsîye.

Ewê destnîşan kirîye ku ev yek wê alîkarîya hilberînerên ermenî bike ku hinardekirina xwe cûre-cûre bikin û berhemên xwe yên bi kalîte bigihînin bazarên nû.

Bîr bînin ku berê komîsîya Avropayê 34 mîlyon yûro ji bo Ermenîstanê veqetandîye da ku bandorên sînorkirinên bazirganîyê yên Rûsyayê li ser sêktora taybet kêm bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button