Li Bryûsêlê mijarên berfirehkirina derfetên hinardekirinê ji bo berhemên ermenî hatine niqaşkirin

23 ê hezîranê, di çarçoveya çalakîya asta bilind ya ji bo destpêkirina “Platforma rojeva girêdanê” li Bryûsêlê, cîgirê wezîrê karên der Vahan Kostanyan hevdîtin bi Saymon Mordyû, şêwirmenda sereke yê serokê komîsîyona Avropayê yê kar û barên dîplomatîk Maya Bakran kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
Hevdîtina bi Saymon Mordû re, alîya girîngîya berdewamkirin û kûrkirina xebata dualî ya li ser berfirehkirina derfetên hinardekirina berhemên Ermenîstanê di vî warî de, ji ber sînorkirinên bazirganî û aborî, tekez kirine. Li ser girîngîya çavkanîyên darayî yên ku ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve wek piştgirîya byûcêtîyê ji hukumeta Ermenîstanê re têne peyda kirin, hatîye axaftin. Hevpeyvîneran tekezî li ser pêwîstîya têkilîyên asta bilind di çarçoveya pêşvebirina rojevên heyî de kirine.
Hevdîtina cîgirê wezîr Vahan Kostanyan û cîgirê rêvebera giştî ya mobîlîtasyon û veguhastinê Maya Bakran, ji bilî mijarên din, lihevkirinên ku di encama civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ku 5 ê gulana îsal de li Yêrêvanê pêk hatîye û pêkanîna wan hatine niqaşkirin, bi taybetî mijarên têkildarî pêkanîna pêkhateya veguhastinê ya belgeya “Hevkarîya girêdanê” hatine niqaşkirin. Kûrkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê di warê girêdanê de, pêşxistina binesazîya veguhastinê ya domdar û pêşvebirina projeyên berjewendîya hevbeş hatine tekez kirin.
Mijarên têkildarîya pêvajoya derxistina hilgirên hewayî yên Ermenîstanê ji lîsteya ewlehîya hewayî ya Yekîtiya Avropayê û hevkarîya di wî warî de jî hatine niqaşkirin.







