Ermenîstan hewil dide ku êlêktraênêrgîyayê, jêhatîyên endezyarîyê û binesazîya kompyûtêrê veguhêrîne berhemeke nû ya hinardekirinê:gotara Forbes ê

Kovara bi prêstîj ya Forbes di gotareke xwe ya berfireh de behsa navenda daneyan ya nû ya AB kirîye ku destpêka hezîranê de li Gagarînê hatîye vekirin û bi pêvajoyên grafîkî yên pêşeng yên NVIDIA Blackwell ve hatîye sazkirin.Wezîr Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Rojname destnîşan dike ku Ermenîstan hewil dide ku êlêktraênêrgîyayê, jêhatîbûna endezyarîyê û binesazîya kompyûtêrê veguhêrîne berhemeke nû ya hinardekirinê. Tê destnîşankirin ku “kargeha AI” ya Eleveight AI bi 512 prosêsorên NVIDIA Blackwell B300 ve hatîye sazkirin, ku ew alavên here bihêz yên îstîxbarata sûnîne ku niha hene.
Wezîr Ermenîstanêyî pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan gotîye: “Em gav bi gav, bi rêya şaşîyan û hewildanên berdewam gihîştine vê nuqteyê. Ev proje ne serkeftineke ji nişka ve ye, lê encama gelek salan xebata domdar e û ew yek ji şertên serkeftina îroyîn ew bûye ku em ji têkçûnê netirsîyan”.
Wezîr Hayrapêtyan balê dikişîne ser têkilîya serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serokê NVIDIA ê Cênsên Hûang, ku bi civîna li mêrga sîlîkonê ku sala 2019 a de dest pê kirîye û bi serdana Hûang bo Ermenîstanê sala 2023 a de berdewam kirîye.Ewî gotîye ku ev niqaş ne tenê li ser AI, lê di heman demê de li ser efirandina binesazîyê û şîyanên pêwîst ji bo destpêkirina wê jî sekinîne.







