H’emû nûçeSereke

Bo cara yekem Robnrt Wîlyam, ku bi esilê xwe ermenî ye, wê serokatîya daîreya polîsan ya Glêndêyle bike

Robêrt Wîlyam, ku tevahîya jîyana xwe li Glêndêylê niştecîhek û polîsekî demdirêj bûye, 23 ê hezîranê  bi fermî bûye  serokê polîsê bajêre 21emîn, raporta Armenian Report elam dike.

Rêwîtîya Wîlyam bi daîreya polîsan re du dehsal berê wek xwendikarekî dilxwaz û kadetekî polîs dest pê kirîye. Sala 2003 a, ew bûye polîs û hêdî-hêdî bilind bûye, gelek postên opêrasîyonal û îdarî girtîye.

Ezmûna wî ya serokatîyê ji dema tayînkirina wî wek kapîtanê polîsan adara sala 2020 î bi girîngî berfireh bûye. Di dema wezîfeya serokê polîsan Sîd ê, Wîlyam her sê byûroyên sereke yên beşê rêve birîye: xizmetên meydanê, lêpirsînê û xizmetên pispor.

Îlona sala 2025 a, Wîlyam wek cîgirê serokê polîsan hatîye  kifşkirin û bûye berpirsê derecebilinde duyemîn yê beşê. Di wê rolê de, ewî çevdêrîya opêrasîyonên rojê kirîye û serokatîya byûroya standartên pîşeyî, daîreya lêpirsînên navxweyî û byûroya perwerdehîyê kirîye.

Çileya sala 2026 a, ew wek serokê polîsan yê Wekîl hatîyee kifþkirin.

Wîlyam akadêmîya neteweyî ya nivisîgeha fêdêral ya lêkolînê  ya bi prêstîj û her weha înstîtûta rêveberîya bilind ya serokên polîsan e. Xwedîyê bawernameya lîsanzê di rêveberîya edaletê ya cezayî û bawernameya masterê di rêveberîya giştî de ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button