Jyûrîya pêşbirka navneteweyî ya “Zerdela zêrîn” dîyar bûye

Fêstîvala fîlma ya navneteweyî ya “Zerdela zêrîn” ya Yêrêvanê pêkhateya tevahî ya jyûrîyê ya pêşbirka navneteweyî eşkere kirîye.
Seroka jyûrîyê Cêsîka Haûsnêr e, yek ji kesayetên pêşeng yên sînemaya hemdem ya aûstiryayî. Fîlmên wê li Kanne û Vênêdîkê cara yekem hatine nîşandan û ji ber nêzîkatîya xwe ya nûjen ya sînêma cûreyî navdarîyeke berfireh wergirtine.
Mark Kazins dîroknas û derhênerekî fîlman yê îrlandî-şotlandî ye ku rêzefîlma wî ya belgefîlmî ya navdar ya cîhanê The History of Cinema: An Odyssey bûye yek ji berhemên bingehîn yên rexneya fîlmên nûjen. Ew nivîskarê gelek pirtûk û belgefîlman e.
Mark Pêranson nivîskarekî kanadayî, hilberîner û kuratorekî fîlman yê demdirêj e ku rêveberê bernameya fêstîvalên fîlman yên bêrlînê û Lokarnoyê bûye.
Fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya “Zerdela zêrîn” ya Yêrêvanê wê ji 12 a heta 19 ê tîrmeha sala 2026 a bê lidarxistin. Îsal, fêstîvala fîlman wê careke din bernameyên pêşbazî û derveyî pêşbazîyê ji welatên cuda yên cîhanê, û her weha fîlmên ji fêstîvalên fîlman yên navneteweyî yên bi prêstîj, di nav de Kannê, Bêrlînê û platformên din yên pêşeng yên fîlman, raber bike.
Di dema fêstîvalê de, nivîskarên fîlman, derhêner, lîstikvan û pisporên pîşesazîyê yên navdar yên cîhanê bê bên Ermenîstanê da ku ezmûn û hunera xwe raberî temaşevanên ermenî bikin, platformek taybetî ji bo dîyalog, ramanên nû û danûstandina çandî biefirînin.







