
Malpera fêdêrasîyona futbolê ya cîhanê (FIFA), pesinê şêrê kurdan Denîz Undavê stêrkê tîma neteweyî ya Almanîyayê daye.
Malpera fêdêrasîyona futbolê ya cîhanê (FIFA) li ser malpera xwe ya fermî raportek li ser Dênîz Undav belav kirîye.
FIFA yê di raportê de gotîye:
“Undav yedekekî super e.Ewî tiştek ji Almanîyayê re aniye ku di kupayên cîhanê yên sala 2018 a û 2022 a de nebû û di qonaxa yekem de hatine derxistin.
Niha pirsa hemûyan ew e, gelo Undav wê wana neçar bike ku di maça sêyem de wek lîstikvanê sereke bilîze yan Nagêlsman wê ewî her li ser kursîyê yêdekan dayne”.
FIFA yê destnîşan kirîye ku gelek sedem hene ji bo ku Undav hêjayî pêkhateya sereke be û li pey çûye:
“Avîtina 3 gola ya di 2 maçên kupaya cîhanê de û avîtina 9 gola ya di 11 maçan de ji bo Almanîyayê beşek ji wan sedeman in lê sedemeke bihêz jî heye ji bo ku dîsa wekî yedek dest pê bike.
Nagêlsman her tim tekez dike ku wî “roleke diyarkirî” ji bo hemû lîstikvanên xwe danîye.
Undav jî gelekî baş di rola yedekê bibandor de cîh girtîye”.
“Kurê dê û bavekî kurd e”
Malpera FIFA yê dîyar kirîye: “Undav kurê dayîk û bavekî kurd e” û ev agahî dane:
“Sêzona borî di 46 maçên fermî de ji bo Stuttgartê 25 gol avîtin û 14 asîst kirin.
Destkeftîya wî ya here mezin ya bi wê tîmê re, birina kupaya Almanîyayê ya sala 2025 a bûye”.
Fêdêrasîyona futbolê ya cîhanê anîye ziman:
“Dibe ku hîn dem mabe ji bo ku Undav ahenga serkeftinê di şêmpîyoniyeke mezintir de bigerîne.
Ew 19 ê tîrmehê ku tam roja maça fînalê ya kupaya cîhanê ye dibe 30 salî.
Çi diyarî ji wê baştir dibe ku navê xwe li stadyuma New York New Jerseyê ji devê alîgirên Almanîyayê bibihîse?”
Bûye lîstikvanê vebijêrk ê alîgiran
Undav di demeke kurt de bûye lîstikvanê vebijêrk ê alîgirên Almanîyayê, tam wek Lukas Podolski.
Di hevpeyvînan de her tim eşkere, aram û rastgo ye.
Ew xwe û futbolê gelekî cidî û giran wernagire. Tenê dixwaze biçe nav qadê, bilîze û golan biavêje.
Undav di kupaya cîhanê de 2 maç wek lîstikvanê yedek lîstine, di wan du maçan de 2 gol avîtine û 2 asîst kirine.
Niha yek ji stêrkên here diyar yên kupaya cîhanê ye.







