
Seredana seroka Komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê bo Yêrêvanê, ji bilî peyama xwe ya sîyasî, girîngîya wê ya aborî jî hebû: ewê nîşan daye ku Bryûsêl amade ye ku hevkarîya aborî û bazirganî bi Ermenîstanê re kûr bike û wê wek yek ji rêyên sereke yên têkilîyên dualî bihesibîne.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê ji bo Başûrê Kafkasîyayê û krîza li Gurcistanê, Magdalêna Gronoê 8 ê tîrmehê li Yêrêvanê di civîna bi rojnamevanan re gotîye û behsa girîngîya seredana xebatê ya seroka Komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê bo Ermenîstanê kirîye.
Seroka Komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê 1 ê tîrmehê cara yekem serdana Bekûyê kiribû, bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re hevdîtin kiribû û 2 ê tîrmehê jî serdana xebatê bo Yêrêvanê kiribû. Di çarçoveya serdanê de, ew bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re jî civîyabû.
Li gorî Magdalêna Gronoyê, serdana seroka Komîsîya Avropayê bo Yêrêvanê amadebûna Bryûsêlê ji bo berfirehkirina hevkarîya dualî ji nû ve piştrast kirîye.
Magdalêna Gronoyê tekez kirîye ku “Ez texmîn dikim ku ev bi rastî di asteke bilind de kûrbûna tevlêbûna giştî ya bi her du welatan re û her weha piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji bo ajendayên sîyasî li Başûrê Kafkasîyayê û pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê piştrast dike. Bê guman ji bo me girîng e ku em li ser girêdan û kanalên ragîhandinê bisekinin, lê ev ne tenê ajenda ye. Kûrahîya mijarên me hene ku em li ser dixebitin, bê guman bi Ermenîstanê re, lê di heman demê de bi welatên din yên herêmê re jî. Û ez difikirim ku serdana serok fon dêr Layênê bi rastî piştgirîya ku em amade ne ku bi awayekî dualî bidin Ermenîstanê, nemaze di çarçoveya pirsgirêkên bazirganîyê de, destnîşan kirîye û em amade ne ku hevkarîya aborî kûr bikin, bi berçevgirtina hin ji wan pirsgirêkên ku vê dawîyê derketine holê”.







