Kongra navneteweyî ya 3 emîn ya xebatên ermenî wê di navbera 22-24 ê tîrmehê li Matênadaranê bê lidarxistin

Hukumetê biryar ji bo veqetandina 63 mîlyon 735 hezar dram ji bo dabînkirina lidarxistina kongra navneteweyîye 3 emîn ya lêkolînên ermenî pejirandîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, biryar di civîna hukumetê ya 9 ê tîrmehê hatîye dayîn.
Kongr wê wê 22-24 ê tîrmehê li Matênadarana ser navê Mêsrop Maştos bê lidarxistin. Çalakîya îsal ji bo salvegera 350 emîn ya ji dayîkbûna Mxîtar Sêbastasî hatîye veqetandin.
Li gorî hinceta biryarê, rojeva kongrê wê bernameyên alîkarîyên navneteweyî, zanistên mirovî yên dîjîtal, bernameyên ku di sala borî de beşdarî pêşveçûyîna lêkolînên ermenî bûne, hevkarîya bi kursyên lêkolînên ermenî yên navneteweyî, navendên destnivîs û berhevokên mîrata nivîskî ya ermenî û her weha weşanên nû vehewîne.
Her wiha tê plankirin ku di çarçoveya kongrê wê rûniştina zanistî ya cuda ji bo Mxîtar Sêbastasî bê lidarxistin.
Ermenîzan, profêsor û zanyarên bîyanî yên navdar yên navneteweyî beşdarbûna xwe di çalakîyê de piştrast kirine.
Di hincetê de tê gotin ku kongira navneteweyî ya lêkolînên ermenî bûye platformeke sazîyî ji bo hevgirtina pêşînîyên zanistî, çandî û sîyaseta der ya Ermenîstanê.







