
Ermenistan û Rûsya bi têkîliyên taybet û evîna di navbera gelan de girêdayî ne. Marîa Zaxarova
Moskva û Yêrêvan bi têkîliyên taybet û evîna samîmî di navbera gelên her du welatan de girêdayî ne. Ev yek ji hêla nûnera fermî ya Wezîreta Der ya Rûsyayê Marîa Zaxarovayêva hatiye gotin.
“Ji bo me, Ermenistan ne tenê dewleteke serbixweye, her çend, bê guman, usaye. Ew di heman demê de dewleteke ku em bi têkiliyên taybet ve girêdayî ne, dema ku dîroka me ya hevpar, gelek diyardeyên hevpar yên ku me dikin yek têne hesibandin: malbatên hevpar, projeyan, karsazî û çarenûsên hevgirtî. Hizkirina gelan, çandan, têgihîştina hevbeş – ev girêdanên rastîn in,” –ajansa TASS-ê ragîhandîye.
Nûnera Wezîreta Derve ya Rûsyayê serda zêde kirîye ku Moskva her gav tenê alîkarî û piştgirî daye Yêrêvanê, ku bi raya wê, him bi faktorên jêopolîtîk ve girêdayî ye, wekî ku dîplomat dibêjin, û hem jî bi tiştê ku Zaxarova bi xwe jê re dibêje evîn.
Marîa Zaxarovaê destnîşan kirîye ku her du welat bi nirxên çandî va jî girêdayî ne, ku “cîhaneke mezin” pêk tînin.
“Ez qet behsa wê yekê nakim ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi xwe çiqas tişt kiriye da ku pevçûnên xwînî rawestîne, di demên dijwar de piştgirî peyda bike û her tiştê ku ji destê wî tê bike da ku Ermenistan pêş bikeve. Bi rastî, di aboriyê, enerjî, pîşesaziyê û warên din de jî gelek tişt hatine kirin. Ev nêzîkatiya me ye û em dîna xwe didine wê yekê,” ewê destnîşan kirîye.







