SerekeSîyasî

Komîtêya bazirganîya navneteweyî ya Konsêya Avropayê ketina kelûpelên Ermenîstanê bo bazara Yekîtîya Avropayê lez dike

Komîteya bazirganîya navneteweyî ya parlamênta Avropayê pêşniyarek ji bo muafkirina nêzîkî 80 selefê hinardekirina Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayê ji bacên gumrikê pejirandîye.

Pêşniyara qanûnî ya komîsîyona Avropayê “Li ser tedbîrên demkî yên lîberalîzasyona bazirganîyê yên ku ji bo kelûpelên Ermenîstanê têne sepandin” di komîteyê de hatîyee nîqaşkirin û bêyî nerazîbûn hatîye pejirandin.

Destpêka tîrmehê de, komîsîyona avropî bi fermî pêşniyarek raberî parlamênta avropî û konsêyê kirîye ku gihîştina beşeke girîng ya kelûpelên ermenî bo bazara Yekîtîya Avropayê ji bo du salan serbest bikin. Bi vî awayî, Yekîtîya Avropayê piştî sînordarkirinên li ser bazara Rûsîyayê ji bo kelûpelên ermenî pabendbûna xwe ya piştgiriya aborîya Ermenîstanê ji nû ve piştrast dike.

Nûnera Komîsîyona Avropî Êva Krauza di civîna komîtêya bazirganîya navneteweyî de gotîye: “Ev tedbîr wê ji bo Ermenîstanê ji bo rêzeke berfireh ji berheman, bi giranî li gorî rejîma GSP+ (Sîstema giştî ya tercîhan), û her weha ji bo hin berhemên çandiniyê kotayên tarîfeyên bêbac ji bo wan peyda bikin. Ev yek wê hema 80 selefê hinardekirina Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayêyê lîberalîze bike”.

Berevajî sîstema GSP+ ya berê, rêzikên nû sînordarkirinên demsalî ji holê rakirine. Niha, tomato, sêv, xiyar, tirî, hirmî, qeysî, gêlas, şeftalî û fêkîyên strawberiyê dikarin bêyî bacên gumrikê û sînordarkirin bên hinardekirin. Lê belê, hin şîrket û berhem nikarin ji vê îmtiyazê sûd werbigirin.

Êva Krauzayê tekez kirîye ku “Armênal, îxraçkarekî folya alumînyûmê yê li Ermenîstanê ye û hevaltîke girêdayî rusal ya rûsî ye, ji bernameyê hatîye derxistin. Di encamê de, îtxalata folya alumînyûmê, ku nêzîkî 13 selefê îtxalata giştî ya Yekîtîya Avropayê ji Ermenîstanê pêk tîne, jî hatiye derxistin. Û di dawiyê de, hin hesasîyetên me yên sîstemîk li hember nîşasta guhertî, rom, alkol, genimê şirîn û derivatîfên şekir hene, ku ew jî ji pêşniyarê hatine derxistin. Bi hev re, ew nêzîkî  selefek îtxalata ji Ermenîstanê pêk tînin”.

Parlamêntarê Avropayê û endamê komîtêya bazirganîya navneteweyî Stêfan Muşoyu gotîye: “Berhemên ermenî yên ku dikevin bazara yekane divê heman standartên avropî yên ewlehîya xwarinê, normên paqijiyê û fîtosanîtî, kalîte û parastina xerîdaran bicîh bînin, wek her berhemek din ya ku di nav Yekîtîya Avropayê de tê firotin. Bi gotineke din, em gihîştina bazarê lîberalîze dikin, ne ku standardên xwe kêm dikin”.

Ermenîstan pabend e ku bi Yekîtîya Avropayê re di warê verastkirina esilê kelûpelan de hevkariyê bike da ku pêşî li kelûpelên rûsî bigire ku bi rêya Ermenîstanê bikevin bazara Yekîtîya Avropayê. Di rewşa binpêkirina rêzikan yan xetera sextekarîyê de, îmtiyaz dikarin bên sekinandin.

Ermenîstan pabend e ku bi Yekîttîya Avropayê re di raême verastkirina eslê kelûpelan de hevkarîyê bike da ku pêşî li lûpelên rûsî bi rêya Ermenîstanê bikeve bazara Yekîtîya Avropayê. Di rewşa binpêkirina rêgezên tacîza zayendî de, dibe ku îmtiyaz bêne sekinandin.

Demê dawî ji bo raberkirina guhartinan ji bo 30 ê tîrmehê hatîye destnîşankirin, ji ber vê yekê, pêşnûmeya qanûndanînê ya “Li ser tedbîrên demkî yên lîberalîzasyona bazirganîyê yên ku ji bo kelûpelên ermenî derbas dibin” dibe ku di destpêka îlonê de di rojeva parlamênta Avropayê de cîh bigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button