H’emû nûçeSereke

Pênc mijarên di rojeva civîna 9 emîn ya parlamêntê de: prosêdûra civîna ku tê payîn 2 ê tebaxê bê lidarxistin

2 ê tebaxê, parlamêntê civîna xweye 9 a  ya destpêkê li dar bixe.

Sê hêz wê li parlamênta nûye hilbijartî de bên  raberkirin: hevpeymaniyên “Peymana sîvîl”, “Ermenistana qewîn” û “Ermenîstan”.

Heta wê demê, komîsya hilbijartinê ya navendî wê di civîna xwe ya 21 ê tîrmehê pêkhateya parlemênta nû û dabeşkirina mandatan pesend bike.

Li gorî rêziknameya parlamêntê, fraksîya desthilatdar mafê wê heye ku namzetek ji bo serokwezîriyê pêşniyar bike.

Serokkomarê Komarê, piştî destpêkirina dema wezîfeya parlamênta nû hilbijartî, divê tavilê serokwezîr ji namzedê ku ji alîyê piranîya parlamêntê ve li gorî Destûrê hatîye avakirin hatîye destnîşankirin, tayîn bike.

Rojeva rûniştina yekem ya parlamêntê pênc mijaran dihewîne.

Parlamênt wê serok û cîgir û her weha serokên 12 komîtêyên daîmî hilbijêre.Navên namzedên “Peymana sîvîl” ji bo van meqaman ji bo raya giştî berê têne zanîn, lê ji muxalefetê hîn bersivek tune ye, tenê tê zanîn ku ew ê mandatan bistînin.

2 ê tebaxê, her çend opozîsyon amade nebe jî, parlamênt wê çalakîyên xwe yên normal bidomîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button