H’emû nûçeSereke

Merasîma danîna bingeha otêla nû ya Green Rock wê li Dîlîcanê pêk bê

Merasîma danîna bingeha otêleke nû ya asta navneteweyî ya hevaltîya Green Rock wê 25 ê tîrmehê li Dîlîcanê pêk bê. Otêl wê bibe yek ji pêkhateyên girîng yên komplêksa pirfûnksîyonal ya Green Rock ku li Dîlîcanê tê bicîhkirin.Li gorî hevaltîyê, tevahîya qebareya veberhênanê ya projeyê 160 mîlyon dolar e, ku ji wê  30 mîlyon dolarî zêdetir îdî hatîye veberhênan.

Dema pêkanîna komplêksê, tê plankirin ku di warên înşaet, karûbarên otêla, çand û perwerdehîyê de  800 î zêdetir karên nû bên efirandin. Piştî vekirina otêla nû, wê  400 î zêdetir karên daîmî bên efirandin.Hevaltî radigihîne ku otêla nû wê bibe beşeke girîng ya binesazîya ku armanc dike ku potênsîyala geştîyarîyê ya Dîlîcanê pêş bixe.

Tê payîn ku pêkanîna projeyê bibe sedema berfirehkirina binesazîya otêlên bajêr, pêşxistina karsazîyên herêmî û zêdebûna hejmara geştîyaran di tevahiya salê de. Di çarçoveya projeya Green Rock de, marqeyeke otêleke navneteweyî ber bi Ermenîstanê tê kişandin, ku navê wê wê paşê bê eşkerekirin. Li gorî pargîdanîyê, ev hevkarî danasîna standartên rêveberî û xizmetê yên navneteweyî û her weha pêşxistina binesazîya geştîyarîyê ya herêmê pêşbînî dike. Rêvebera giştî ya Green Rock ê Katêrîna Danêkînanê destnîşan kirîye ku avakirina otêlê yek ji qonaxên sereke yên pêşxistina projeyê ye.

Danêkînayê gotîye: “Ji bo me, ev qonaxeke girîng e di pêkanîna komplêksa Green Rock de. Em projeyekê diefirînin ku li gorî pîvanên navneteweyî yên kalîte û mêvanperwerîyê ye. Ew ê karên nû biefirîne, binesazîya geştîyarîyê ya herêmê berfireh bike û bibe beşek ji pêşkeftina demdirêj ya Dîlîjanê wek navendeke nûjen ya geştîyarîyê, çandê û perwerdehîyê”.

Meha hezîranê, Green Rock çar avahîyên pêşin yên komplêksê vekirin: PPLS Rooms Co-living, Villa3 Community Hub, Cabinet Café & Restaurant û kafêya Îtalî Cemi by Apicius. Cemi by Apicius beşek ji êkosîstema perwerdehîyê ya projeyê ye. Xwendikarên dibistana mêvanperwerîyê ya navneteweyî Apicius Armenia li vir perwerdehîya pratîkî dibînin. Piştî vekirina otêla nû, mezûnên dibistanê wê derfetê bibînin ku çalakîyên xwe yên pîşeyî di pîşesazîya otêlan de bidomînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button