SerekeSîyasî

Naskirin ku dîsa negihîşt Knêsêtê: Haaretz faktora Bekûyê eşkere dike

Rêzefîlma televîzyonê ya navneteweyî ” Vodîsêvs”, ku li ser helbesta destanî ya Homêros  hatîye çêkirin, wê li Yûnanistanê û Ermenîstanê  bê kişandin.

Wek ku Deadline radigîhîne, proje ji alîyê Tanweer Productions ya li Atînayê,hevaltîya hilberînê ya amêrîkî Tectonic û hevaltîya têlêvîzîyonê ya ermenî USATV,  li Dewletên Yekbûyî tê hilberandin. Rêzefîlm ji alîyê Karl Gaydûsêk ve tê hilberandin, ku hilberînerê sêzona yekem ya “Stranger Things” bûye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, xudanên projeyê çîrokê wek şîrovekirineke nû û rêalîsttir ya destana navdar ya Homêr  raber dikin. Li gorî wan, rêzefîlm wê cîhana rast ya serdema Bronz, bi şer, rêwîtîyên deryayî, komployan û têkoşîna ji bo jîyanê nîşan bide û her weha wê li ser pêvajoyên dîrokî yên ku bûne sedema hilweşîna serdema Bronz bisekine.

Pêşveçûna rêzefîlma têlêvîzîyonê çend sal in berdewam dike û tê plankirin ku kişandina fîlmê di destpêka sala bê de dest pê bike.

Gaydûsêk destnîşan kirîye ku “Em dixwazin vê çîroka destanî bi awayekî rast û nêzîkî rastîyên dîrokî raber bikin. Di berhema Homer de, rêwîtîya  Vodîsêvs xwedî wateyeke sembolîk e, lê ew di heman demê de li ser çarenûs, hilbijartin, windahî û serketinên rast yên mirovan jî hatîye avakirin”.

Cordan Daykstra jî gotîye ku ew nêzîkî pênc salan e li ser projeyê dixebitin. Li gorî wî, armanca tîma efirîner ew e ku wêneyê here rast û balkêş yê cîhana hêlênîk ya kevinar  raberî temaşevanan bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button