
Banka Cîhanî hişyarî daye ku sînordarkirinên berdewam û berfireh yên Rûsyayê li ser îtxalata çandinî û xwarinên Ermenîstanê ne tenê dikare bandoreke neyînî li ser bazirganîya der, lê di heman demê de li ser mezinbûna aborîyê, înflasîyayê û rewşa civakî ya Ermenîstanê jî bike. Ev yek di raporta “Pêşveçûna aborî ya Ermenîstanê: tîrmeh 2026” ya bankê de tê destnîşankirin.
Raport destnîşan dike ku ji dawîya nîsanê ve, Rûsyayê hêdî- hêdî sînordarkirinên li ser dabînkirina çandinî û xwarinê ya Ermenîstanê berfireh dike.Heger ev tedbîr bên domandin û qewînkirin, encamên wan dikarin ji sêktora bazirganîyê wêdetir herin.
Tevî rîskên der, aborîya Ermenîstanê rêjeyên mezinbûnê yên bilind diparêze. Çalakîya aborîyê meha gulanê de 11.7 selefe û di pênc mehên pêşin yên salê de 8 selefî zêde bûye.Ajokarên sereke yên mezinbûnê sêktora xizmetguzarîyê, geştîyarîyê, têknolojîya agahdarîyê, înşaetê û madenvanîyê bûne.
Lê belê, înflasîya meha hezîranê de bi giranî ji ber zêdebûna bihayên xwarinê gihîştîye 5.1 selefî. Li hember vê rewşê, banka Ermenîstanêye navendî rêjeya refînansekirinê li 6.5 selefî domandîye, hem rîskên înflasyonê û hem jî nezelalîya têkildarî sînordarkirinên hinardekirinê yên bo Rûsyayê li ber çevan girtîye.







