H’emû nûçeSereke

26 xebatên dirêjkirina temenê xebitandina yekîneya duyemîn ya hêzê ya stansîya Ermenîstanêye atomî qedîyaye

Hukumeta Ermenîstanê di civîna de raporta li ser pêşketina pêkanîna tedbîrên ku di bernameya dirêjkirina duqat ya temenê xebitandina yekîneya duyemîn ya stansîya Ermenîstanêye atomî de hatine pêşbînîkirin, pejirandîye. Li gorî  ragîhandina «Armenpress» ê, ev mijar di pakêta mijarên nehatine ragîhandin yên civîna hukumetê de cîh girtîye.

Bername bi tevahî 103 çalakîyan dihewîne. Di çarçoveya 23 çalakîyên mezin yên di bin berpirsîyarîya «Rûsatomsêrvîsê» de 18 peyman hatine îmzekirin. 9 ji wan di qonaxa pêkanînê de ne û xebat di bin neh peymanan de qedîya ye.

Ji bo 37 çalakîyên mezin yên di bin berpirsîyarîya stansîya Ermenîstanêye atomî de 45 prosêdûrên kirînê hatine organîzekirin. 36 peyman hatine îmzekirin, ku ji wan xebat di bin 17 peymanan de qedîya ye.

Kanûna sala 2023 a de peymaneke çarçoveyî ya bi qasî 57.5 mîlyon dolarî bi «Rûsatomsêrvîsê»  re hatîye îmzekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button