Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê û dîplomatên amêrîkî li ser mijara dayîna statûya welatekî bi aborîya bazarê ji Ermenîstanê re niqaş kirine

Wezîretê ragîhandîye ku 23 ê tîrmehê, wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan karmendê kar û barên Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê Dêyvîd Alên û serokê beşa aborîyê û bazirganîyê ya balyozxana Dewletên Yekbûyî Êdvard Ayklêrî qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê, alîya ji nû ve destnîşan kirine ku hevkarîya aborî ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de bi awayekî dînamîk pêş dikeve û pêşketinên erênî yên vê dawîyê hatine tomar kirin, destnîşan kirine.
Pirsên têkildarya pêvajoya dayîna statûya aborîya bazarê ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve ji Ermenîstanê re jî hatine niqaşkirin.
Wezîr bawarî anîye ziman ku hevkarîya bi bandor ya damezrandî wê bibe alîkar ji bo pêşveçûna domdar ya pêvajoyê û pêşxistina bêtir ajandayeke aborî ya berjewendîya hevbeş.







