Li Yêrêvanê nirxandina gefên ewlehîya atomî û mijarên parastina stansîya atomî hatine niqaşkirin

Li Yêrêvanê bi piştgirîya têknîkî ya navenda ewlehîya atomî û radyasîyonê, komxebateke bi navê “Nirxandina gefên ewlekarîya atomî û rêvebirina gefên li ser projeyê” hatîye lidarxistin. Ev çalakî ji alîyê komîtêya rêziknameya ewlehîya atomî ya Komara Ermenîstanê û laboratorên neteweyî yên Sandia ve, ku beşek ji rêveberîya ewlehîya atomî ya neteweyî ya wezîreta ênêrjîyê ya Dewletên Yekbûyî hatîye organîzasîyakirin.News ji malpera fermî ya navenda zanistî û têknîkî ya ewlehîya atomî û radyasîyonê agahî wergirtîye.
Komxebatê de pisporên ji Dewletên Yekbûyî û her wiha nûnerên desteya rêkxistina atomî ya Ermenîstanê, stansîya Ermenîstanêye atomî, wezîreta Ermenîstanêye karên der, sêrvîsa îstîxbarata der, sêrvîsa ewlekarîya neteweyî, wezîreta karên hundur û komîtêya dahata dewletê beşdar bûne.
Armanca sereke ya çalakîyê qewînkirina şîyanên Ermenîstanê ji bo nirxandina gefên ewlehîya atomî û pêşxistina pergalên parastina fîzîkî li ser bingeha nirxandinên gefên li ser bingeha sêwiranê bûye da ku ewlehîya stansîya Ermenîstanêye atomî bê mîsoger kirin.
Beşdaran li ser pirsgirêkên heyî yên parastina stansîya atomî ji sabotajên radyolojîk niqaş kirine, behsa rêbernameyên têkildar yên ajansa ênêrjîya atomî ya navneteweyî kirine û rêbazên nirxandina bandora pergalên parastina fîzîkî niqaş kirine.
Mijarên sereke yên ku hatin nîqaş kirin ev bûn:
Nirxandina gefê: nirxandina motîvasyon, nîyet û şîyanên dijberên potênsîyal yên derveyî yan navxweyî.
Rîskên nû: li dijî gefên sîber, gefên din yên nepêşbînîkirî û karanîna wesayîtên hewayî yên bêmirov ji alîyê dijberên potênsîyal ve.
Temrînên ssênara: pêşxistina ssênarên êrîşê bi karanîna modêla stansîya atomî ya “Lone Pine”, pêkanîna temrînên maseyê û plansazkirina temrînên hêz-li-hêzê ji bo nirxandina pêrformansa pergalên parastina fîzîkî.
Çalakîyê de girîngîya hevkarîya nêzîk di navbera rayedarên dewletê û rêxistinên ku tesîsên atomî dixebitînin ji bo qewînkirina ewlehîya atomî, kêmkirina xetereyên têrorîzma atomî û mîsogerkirina karanîna ewledar û aşîtîya ya ênêrjîya atomî hatîye tekez kirin.
Komxebatê de her wiha hevkarîya berdewam ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de di warê ewlehîya navokî de, li gorî standartên navneteweyî û rêbernameyên ajansa navneteweyî ya ênêrjîya atomî, ji nû ve hatîye piştrast kirin.







