H’emû nûçeSereke

Têkilîyên dîplomatîk yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bêyî îmzekirina peymana aşîtîyê mimkûn in: Borîs Navasardyan

Rûsya hewcê “goveka  sist” e ku bi rîya wê bikaribe bandora xwe li herêmê biparêze û Moskva Ermenîstanê wek girêdaneke wisa dibîne. Derheqa wê yekêda analîstê sîyasî û serokê rûmet yê klûba Yêrêvanêye çapemenîyê  Borîs Navasardyan hevpeyvîna  bi Factor TV ê re dîyar kirîye.

Li gorî wî, opozîsyona Ermenîstanê jî yek ji levên bandora Moskvayê li Ermenîstanê dimîne. Ew sînordarkirinên aborî yên berdewam yên Rûsyayê li ser Ermenîstanê-qedexekirina îtxalkirina berhemên çandinîyê, alkol, ava mînêral û kelûpelên din-wek berdewamîya zextên ku berîya hilbijartinên parlamêntîyê dest pê kirine dibîne.

Li gorî analîst, hilbijartinên rêveberîya herêmî yên ku wê payîza îsal bên lidarxistin, niha di nav hedefên vê zextê de ne. Navasardyan destnîşan kirîye ku nakokîyên kûr yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de ne tenê li ser nakokîyên sîyaseta der, lê di heman demê de li ser cudahîyên di modêlên dewletbûnê yên her du welatan de jî ne.

Analîstê çareserîya ermenî-Adirbêcanê destnîşan kirîye ku ew niha ji bilî lidarxistina rêfêrandûmekê li ser guhartina Destûra Ermenîstanê, tu mêxanîzmek ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê bi Adirbêcanê re nabîne. Di heman demê de, ew texmîn dike ku civaka Ermenîstanê hîn ne amade ye ku rêformên destûrî bicîh bîne, û di çarçoveya polarîzasyona civakî ya heyî de, lidarxistina rêfêrêndûmê ne ramana here baş e.

Navasardyan her wiha bawer dike ku Bekû û Yêrêvan hîn amade nînin ku bi zanebûn hemû 17 xalên peymana aşîtîyê bicîh bînin. Ji ber ku îmzekirina wê niha ne mûmkin e, analîst bawer dike ku Ermenîstan û Adirbêcan hewceyê belgeyeke demkî ne ku rê bide pêvajoya çareserîyê berdewam bike. Di heman demê de, Navasardyan tekez kirîye ku avakirina têkilîyên dîplomatîk di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bêyî îmzekirina peymana aşîtîyê jî mimkûn e.

Li gorî wî, di qonaxa destpêkê de nûnertîyên dîplomatîk yên welatên sêyemîn dikarin bên bikar anîn: bo nimûne, balyozxana Qazaxistanêye li Yêrêvanê dikare berjewendîyên Adirbêcanê temsîl bike û balyozxana Ermenîstanêye li Tibîlîsîyê dikare têkilîyên bi alîyê Adirbêcanê re hêsan bike.

Navasardyan di derbarê projeya TRIPP ê de axivîye û destnîşan kirîye ku şerê Dewletên Yekbûyî bi Îranê re eleqeya Waşîngtonê ji bo pêkanîna wê kêm nekirîye.

Analîst her wiha li ser rewşa sîyasî ya navxweyî jî sekinîye. Bi raya wî, polarîzasyona civaka Ermenîstanê berî hilbijartinên hukumeta herêmî him ji bo hukumetê û him jî ji bo opozîsyonê sûdmend e. Navasardyan her wiha fikira ku opozîsyon dibe ku bi rêfêrêndûmeke destûrî razî bibe wekî bêaqil bi nav kirîye.

Li gorî analîst, pirsgirêkên sîyaseta der niha ji bo Ermenîstanê bi taybetî girîng in, lê nakokîya sîyasî ya navxweyî ya tûj rê li ber şîyana welat digire ku di vî warî de sîyaseteke bi bandor bimeşîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button