Ermenîstan yek ji cîhên here balkêş yên gastrotûrîzmê ye ji bo rûsa

Li gorî OneTwoTrip, welatê here baş ji bo geştîyarîya gastronomîk di nav rûsan de Îtalya ye: ji alîyê 64 selefê beşdarên anketê ve ew hatîye hilbijartin. Piştre Gurcistan (55 selef) û Rûsya (51 selef) tên, ku li pêşîya Fransîyayê, Çînistanê, Îspanyayê, Yûnanistanê, Ermenîstanê, Japonyayê û Ûzbêkîstanê ye. Derheqa wê yekêda “Îzvêstîya” ê ragîhandîye.
Geştyarên rûsî ji bo xwarinên neteweyî diçin Îtalyayê, Fransîyayê, Îspanyayê, Japonyayê û Ûzbêkistanê û ji bo cûre-cûre xwarin û berheman diçin Gurcistanê, Rûsyayê, Yûnanistanê û Ermenîstanê, di heman demê de Çînistanê jî hizkirîyên ezmûnên gastronomîk yên neasayî dikişîne.
Cîhên bîyanî yên here erzan ji bo gastrotûrîzmê Ûzbêkîstan, Gurcistan û Ermenîstan bûne, ku lêçûna navînî ya mayînê ji bo şevekê 10-11 hezar rûblî ye.







