H’emû nûçeSereke

Gutêrêş diçe Sûryayê: gelo ewê bi Mezlûm Ebdî re bicive?

Sêkrêtarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gutêrêş amadekarîyê dike ku seredana Sûryayê bike.

Berdevkê sêkrêtarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stêfan Dujarîk ragîhandîye ku bernameya seredanê hîn bi temamî zelal nebûye bê ka wê Gûtêrêş bi Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî re bicive yan na lê ew dixwaze li Şamê bi gelek alîyên cuda yên Sûryayê re hevdîtinan bike.

Dujarîk li ser pirsa mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê kurdan jî, anîye zimên ku ew cihêrengîya zimanan gelekî girîng dibînin û tekez kirîye ku divê rêz li hindikahiyan bê girtin û ew xwe wek beşeke wî welatî hîs bikin.

Berdevkê çêkrêtarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stêfan Dujarîk pirsên Rûdawê bersivandine.

Rûdaw: çend pirsên min li ser seredana bê ya sêkrêtarê giştî ya ji bo Sûryayê hene.Gelo em zanin ka ewê bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive yan na?

Stêfan Dujarîk:bi bawarîya min, dema wî hevdîtin kirin emê baştir bizanibin ka ew bi kê re civiya ye. Bernameya seredanê hîn jî tê amadekirin. Sêkrêtarê giştî dixwaze di wê dema kurt ya li Şamê û derdora wê de, heta ku ji destê wî bê bi gelek deng û alîyên cuda yên Sûryayê re bicive.

Rûdaw:gelo ewê tenê li Şamê bimîne, yan wê seredana herêmên ku piranîya wan kurd in jî bike?

Stêfan Dujarîk:plan ew e ku ji bilî seredana qadê ya ji bo baregeha UNDOF ê, ewê li Şamê û herêmên derdora Şamê bimîne.

Rûdaw:pirsa min ya dawî, niha li Sûryayê mijareke girîng heye ku ji alîyê kurdan ve li ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî tê xwestin. Ew dixwazin bi kurdî bixwînin. Gelo sêkrêtarê giştî piştgirîyê dide vê daxwazê û wê vê yekê bi serokkomar Ahmed Şar re bîne rojevê?

Stêfan Dujarîk:hûn dizanin, ev pirsa ziman li gelek welatên cuda û di gelek çarçoveyên cuda de derdikeve holê.Wek ku sêkrêtarê giştî jî anîye zimên, em bi qewîn bawerîyê bi girîngîya cihêrengîya zimanan tînin. Li wan welatên ku hindikahîyên mezin hene, divê rêz li nifûsa hindikahîyan bê girtin. Her wiha divê wisa li wan bê kirin ku ew hest bikin ku beşek in ji hemûya wî welatî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button