Serekwezîrê Ermenîstanê wê bi seredana xebatêva her’e K’omara Qirqizstanê.Li bajar’ê Çolpon-At’ayê ewê t’evî civîna şêwira Avrasîyaêye ort’eh’ukumatîyê bibe. Civînê bi xeberdana wî bê vekirinê, çimkî Ermenîstan nava vî we’deyîda sedirtîyê dike.E’lametîya serekwezîr û sedirê komîsîya Avrasîyaêye êkonomîkî Tîgran Sargsyane t’evayî bona prêssayê têr’a hatîye dîtinê.Usa jî îmzekirina cêrge dokûmênta wê derbazbe. Nava doranên seredanêda Nîkol P’aşînyanê r’astî sedirê Qirqizstanê Soronbay Jêmbêkov û serk’arê h’ukumata R’ûsîyaê Dmîtrî Mêdvêdêv têr’a tên dîtinê.
Herwiha kontr’ol bike
Close







