Paşînyan ragîhandîye ku ew ê piştî hilbijartinê bi Pûtîn re bicive

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ragîhandîye ku piştî hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanêye 7 ê hezîranê, ew ê here Moskvayê û we rastî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bê.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan derheqa wê yekêda li civîna berîya hilbijartinê bi niştecîhên bajarê Martûnîyêyî herêma Gêxarkûnîke elam kirîye.
“Serokê Rûsyayê 1ê hezîranê têlefon kirîye û rojbûyîna min pîroz kirîye, lê me di heman demê de axaftinên karsazîyê jî kirine û me li hev kirîye ku piştî hilbijartinan ez ê dîsa herim, em ê civînê bikin û hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin”,- Paşînyan bi îşaret bi rewşa li dora Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî û di wê çarçoveyê de, pêşketinên di têkilîyên Ermenistan-Rûsyayê de, gotîye.
Paşînyan, serokê bloka “Ermenîstan”ê Robêrt Koçaryan, serokê bloka “Ermenîstana bi hêz” Samvêl Karapêtyan û serokê partîya “Ermenîstana pêşkeftî” Gagîk Sarûkyan bi hewldana çêkirina alozîyê di têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de tawanbar kirîye.
Paşînyan gotîye: “Partîya şer ya sê serî ji me re armanc danî ku em bi hevkarên xwe yên rûsî re bikevin pevçûyînê. Min ji hevkarên xwe yên rûsî re jî gotîye, em ê bi we re şer nekin, em ê niqaş nekin, em ê nekevin niqaşan, em ê nekevin şerê devkî, em ê bi aramî û sebir helwestên xwe biparêzin. Em ê li dijî berjewendîyên Fêdêrasîyona Rûsyayê tevbigerin, lê em ê li dijî berjewendîyên xwe jî tevbigerin”.







