H’emû nûçe

Derheqa mecalên nexweşxanada:wezîr li wandera ger’îyaye

Wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirnê Arsên T’orosyan li îdarên doxtirîyê qesidîye bona ku dîna xwe bide wan cîyên başqekirî, yên ku bona qenckirina koronavîrûsê têr’a hatine dîtinê.Ewî usa jî nasîya xwe daye xebatên çêkirinê.Wezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda r’aber kirîye, ku li k’îjan merk’ezên doxtirîyê nexweş tên qenckirinê û ew şuxulk’arî berdewame.Bi gotina wezîr li nexweşxana “Nork’ê”-ye înfêksîyon zûtirekê wê 151 cîyên nexweşa û 13 cîyê ambûlansê hebin. Dîsa ji 4O-î nûva tên çêkirinê, li k’îderê wê bona kar’antînê bê hazirkirinê. Li hospîtala polîsîyayê zûtirekê wê 17O cîyên nexweşa û 14 cîyên ambûlansê hebin. Li merk’eza ort’opêdîyayê zûtirekê wê 14O cîyên nexweşa û 16 cîyên ambûlansê hebin. Bi gotina wezîr niha 41 aparatên dayîna hewê hene, ji k’îjana yek hela hê nayê xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button