H’emû nûçe

Li Ermenîstanê duh merivek ji koronavîrûsê wefat bû

Li Ermenîstanê duh merivek ji koronavîrûsê wefat bû. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye sax’lemîxweykirinê Alîna Nîkog’osyanê fêysbûkêda nivîsîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî merivê şeşa jina 78-salîye, ya ku bi koronavîrûsê nexweş bûye, lê li cem wê paşê problêma xwînê pêşda hatîye û r’ûê wê yekêda qenckirina wê dijwar bûye.Ew jina 78-salî welatîya Ermenîstanê nîne.Em bîr bînin,wekî duh merivekî 68-salî wefat bû, li cem k’îjanî çend nexweşîyên k’ironîk hebûne.Îro jî çend seh’et pêşda jineke 78-salî wefat bû, li cem k’îjanê dîsa cêrge nexweşîyên k’ironîk hebûne. Bi vî cûr’eyî em bêjin,wekî bi t’omerî hildayî h’evt meriv li Ermenîstanê wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button