H’emû nûçeSereke

K’urdistanê kar’antîn h’etanî dudê gulanê dirêj kirîye

H’ukumata Herêma K’urdistanê qirar kirîye ku sekinandina xebatên li îdarên dewletê, xêncî dêpartamênta saxlemîxweykirinê û bêqezîyabûnê, h’etanî dudê gulanê bidine dirêjkirinê. Ev yek girêdaîye şer’k’arîya dijî koronavîrûsêr’a.Ev qirar wextê civîna h’ukumatêye onlayn, ya bi sedirtîya Me’srûr Barzanîyê serekwezîr, hatîye qebûlkirinê. Seroketîyê r’azalixî e’lamî cime’ta K’urdistanê kirîye, ya ku qanûna wezîreta saxlemîxweykirinê û wezîreta k’arên hundur’ xweyî dike.Wextê civînê usa jî zirara êkonomîkîye r’ûê koronavîrûsêda û h’ukumê wêye li ser jîyana welatîya hatîye gotûbêjkirinê.Qirar hatîye qebûlkirinê ku piştgirîyê bidine wan meriva, yên ku ji krîzîsê zyanê k’etine.Barzaîyê serekwezîr t’eslîmî wezîrê K’urdistanêyî dewletê krîye, ku dêlêgasîyayê bona çûyîna li Beg’dayê hazirke bona ku li wir pirsên hevk’arîya dualîye wextê we’dê vê nexweşîyê û usa jî pirsên fînansî gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button