H’emû nûçe

P’aşînyan xebata hinek dîplomatên ermenî r’exne kir

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr îro li parlamêntê derheqa xebata sîyasîya Ermenîstanêye der û dîplomatîkda xeberdaye û gotîye wekî Ermenîstan hindava hevalk’arên xweye derda nêzîkbûna cuda dide k’ifşê. “Eva pirseke girînge: em çawa welat çi cûr’eyî dixwezin t’abîya xwe bigrin. Em dixwezin destên xwe ji serê xwe bilindtir girtî, t’abîya xweda cî bigrin, wekî me bibaxşînin, me nexin, ku em dixwezin çawa welat cîyê xwe bigrin, yê ku heger lazimbe hazire derba jî qebûlke û heger lazimbe jî derba bide”,-ewî gotîye. K’omar nava heleqetîyên derda, bi gotina wî, gerekê ya konflîkta nîbe, gerekê ya çêkirinê û qedirgirbe. Serekwezîr bona axavtina zelal baxşandin ji h’emû dîplomatên Ermenîstanê xwest û xwe mikur’ hat,wekî beşeke dîplomata vê t’abîyê qebûl nake, lê bi cûr’ê berê dixebite, stûê xwe xwer dike, kûz dibe û bi cûr’ê hêsîra dicêr’ibîne pêşda her’e û tiştekî ji kesekî bixweze, paşê jî bona stendina tiştekî bextewarbe. “Eva qîmetkirina min ya du salaye.Eva fikir nîne, lê min ew yek bi ç’e’vên xwe dîtîye”,- ewî gotîye.Em bêjin,wekî îro li parlamêntê serekwezîr r’aporta salêye derheqa berne’mên sala 2O19-da r’aber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button