H’emû nûçe

T’e’lîmên Adirbêcanêye leşkerîye gulana sala 2O2O-î

Îsal ji 18-a h’etanî 22-ê gulanê eskerê Adirbêcanê careke mayîn t’e’lîmên mezin derbaz kirin,wextê k’îjana “R’azmînfo”-ê dîna xwe daye wê yekê û cêr’ibandîye wan t’e’lîma şirove bike.Nava salêda Adirbêcanê sê-çar t’e’lîmên mezin derbaz dikirin,wextê k’îjana bi alîk’arîya qewatên piştê êrîşên korpûsên pêşin bidine k’ifşê.Eskerê Adirbêcanê /xêncî yên Nexçêvanê/ li ser e’nîya pêşin ji sê korpûsaye. P’arskerê e’wlin li ser sînorên Arsaxêye bakûr-r’ohilatê û r’ohilatê cîwarkirîye, yê duda li ser sînorên Arsaxêye r’ohilatê û başûr- r’ohilatêye, lê yê sisîya li ser sînorên Arsaxêye bakûr û Ermenîstanêye r’ohilatê cîwarkirîye.Korpûsa duda wextê van t’e’lîma eskerê li ser e’rdêyî h’îmlî hatibû h’esabê û bi wê yekê têr’a dihate dîtinê ku çi cûr’eyî êrîşê bibin berbi sînorên Arsaxêye r’ohilatê û başûr-r’ohilatê.Ev yek nade k’ifşê,wekî seroketîya Adirbêcanêye leşkerî bi derbazkirina t’e’lîmaye li vir guhdarîya h’îmlî daye li ser vî alî, yan jî r’ola cuda dide vê yekê. T’e’lîmên vî cûr’eyî bona h’emû alîya têr’a tên dîtinê. Mesele, wextê t’e’lîmên mezine meha adarê, eskerê li ser e’rdêyî h’îmlî korpûsa e’wlin bû û sala par jî wextê t’e’lîmên meha gulanê dîsa usa bû.Xêncî wan qewata p’areskerên korpûsa “p’êşezanîyê” t’evî t’e’lîma dibûn, mesele, k’omên artîlêrîyayê û tankaye cuda, yên ku ji cîyê xweye hert’imî pêşda livîyabûn berbi xeta pêşin û bi k’ûraya deh kîlomêtra k’etibûne cîyên t’e’lîmaye li alîyê Fîzûlîyê.Xêncî wê yekê usa jî t’e’lîmên serk’arîkirina ştaba derbaz bû.Çi ku derheqa piştgirîya ji piştêdane, wî çaxî gilî derheqa p’areskerên mayîndane. Dik’evine nava wana avîyasîya, t’evî k’îjanê dibûn h’elîk’op’t’êr, teyarên Sû-25, MîG-29 û aparatên ce’sûîyêye bêpîlot.Bi t’omerî hildayî h’etanî deh h’ezar leşker, 12O tank û têxnîka zirih’kirî, 2OO komplêk’sên r’okêta û artîlêrîyayê, 3O-î teyare û usa jî aparatên bêpîlot t’evî t’e’lîma bûne.Hema wan r’oja eskerê li Nexçêvanê jî t’e’lîm derbaz kirine. Derheqa t’eşkîla esker û têxnîkayêda bi r’esmî hejmar nehatine belavkirinê. Lazime bê k’ifşkirinê,wekî eva cara e’wlin nîbû,wekî him li Adirbêcanê û pêr’a jî li Nexçêvanê bi hevr’a t’e’lîmên leşkerî hatine derbazkirinê. Mesele adara sala 2O19-a hema dîsa wî cûr’eyî bû, wextê ku li Adirbêcanê û usa jî li Nexçêvanê t’e’lîmên leşkerî hatine derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button