SerekeSîyasî

Fînlandîya p’êwendîyên t’evî k’urdên Sûrîyayê xweyî dike

Anegorî lêk’olînên merk’eza girêdayî şer’k’arîya dijî êk’strêmîzmêr’a, Fînlandîya dik’eve nava wan welata, yên ku p’êwendîyên xwe t’evî k’urdên Sûrîyayê xweyî dikin. Merk’ezê nava r’aporta xweda ya derheqa şandina girtîyên DAÎŞ-ye li welatên avropî daye dîyarkirinê,wekî ew yek ku admînîstrasîya k’urdaye li bakûrê Sûrîyayê çawa ya lêgîtîm nayê h’esabê û usa jî p’êwendîyên t’evî PKK-ê bûne me’nîya h’îmlî,wekî welatên avropî t’evî herêmê hevk’arîyê nakin. Merk’ezê Fînlandîya çawa ji wan welata h’esab kirîye, yên ku p’êwendîyên xweye t’evî herêma k’urdaye li bakûrê Sûrîyayê xweyî dikin.Endamekî admînîstrasîya k’urda jî çûye Fînlandîyayê ku dîna xwe bide ku çawa li welatên avropî ç’ekdarên DAÎŞ-ê li ber cabdarîyê didine sekinandinê.Me’nîya h’îmlîye wê yekê ku welatên avropî naxwezin t’evî herêma k’urda nava p’êwendîyadabin ewe, wekî Enqerê e’lam kirîye ku giva k’urdên Sûrîyayê êrîşê dibine li ser T’irk’îyayê. Merk’ezê gotinên nevsên amêrîkîye leşkerî anîne ber ç’e’va, yên ku gotine, ku li cem amêrîkîya înformasîyayên usa t’unene, ku giva k’urdên Sûrîyayê êrîş birine li ser T’irk’îyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button