SerekeSîyasî

Teyarên koalîsîyona navnet’ewî li Maxmûrê nêzîkî 2O ç’ekdarên DAÎŞ-ê kuştine

Nava 72 seh’etên dawîda teyarên koalîsîyona bi serk’arîya ŞAY nêzîkî 2O ç’ekdarên DAÎŞ-ê li Maxmûrê kuştine. Çawa ku fermandarê hêzên k’urdaye li ser xeta Maxmûr-Kûêrê, Sîrvan Barzanî gotîye, teyarên koalîsîyonê 15 cara derb gîhandine cîyên DAÎŞ-ye li ser ç’îyaê Qereçûxê û nêzîkî gundê K’aûşafê, nava encamên k’îjanada 18 têr’orîst hatine kuştinê. Pêşda jî wextê opêrasîyona pêşmerga û hêzên koalîsîyonêye t’evayî li vê neh’îyê 15 cîhadîst hatibûne kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button