SerekeSîyasî

Ji 9OO-î zêdetir malbetên êzdîya veger’îyane Şengalê

Ji 9OO-î zêdetir malbetên êzdîya veger’îyane Şengalê.Ev yek piştî şeş sala qewimî,wextê ku sala 2O14-a k’irêkirîyên DAÎŞ-ê êrîş birine li ser Şengalê. Anegorî înformasîyayên stendî, h’evtîya derbazbûyî ji 9OO-î zêdetir malbetên êzdîya paşda veger’îyane merk’eza Şengalê û gundên dor-bera.Bona êzdî bikaribin paşda veger’ine malên xwe û li wir bimînin, şêwira admînîstrasîya Şengalê dixebite.Ew cime’ta ku tê, qebûl dike û piştgirîyê dide wan ku ew cî-warbin. Em bêjin,wekî pêşda nêzîkî 3OO merivî îdî paşda hatibûne Şengalê. Em bîr bînin,wekî 15-ê h’ezîranê eskerê t’irka ji 3O-î carî zêdetir bi teyarên leşkerî Şengal dane ber bomba, bona ku îzinê nedin ku cime’ta cî paşda veger’ine malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button