SerekeSîyasî

Wextê ger’a li Meleşgirê pênc meriv hatine girtinê

Li neh’îya Meleşgirê, li provînsîya Mûşê, şebeqê zû polîsîyayê li çend mala ger’ destpê kirîye.Wextê wê opêrasîyonê, pênc meriv hatine girtinê.Wana bona wê yekê gunek’ar dikin,wekî ew cotmeha sala 2O14-a, girêdayî bûyarên K’obanêr’a, t’evî protêstokirina bûne. Şeşê cotmeha sala 2O14-a, piştî berxudana 21 r’ojaye li alîyê K’obanê, çend cîhadîstar’a li hev hat bik’evine merk’eza bajar’ê K’obanê. Bi h’esabhildana h’alê li K’obanê, HDP-ê bangî cime’ta K’urdistana bakûr û T’irk’îyayê kir, ku protêstokirinê bikin, çimkî T’irk’îyayê piþşgirî dida DAÎŞ-ê. Wextê wan protêstokirina li gelek bajar’a p’evçûyîn di navbera hêzên t’irkaye bêqezîyabûnê û protêstokirada qewimîn. Wî çaxî nêzîkî 53 merivî hatine kuştinê, p’ir’anîya k’îjana t’evbûên protêstoyê bûn.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button