SerekeSîyasî

Nêç’îrvan Barzanî û Êmanûêl Makron wê li Bexdayê r’astî hevdu bên

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron û serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî wê li p’ayt’exta Îraqê-Bexdayê r’oja çarşemê r’astî hevdu bên. Anegorî înformasîya Rudaw-ê, du lîdêr wê r’oja çarşemê bi hîvîkirina Êmanûêl Makron r’astî hevdu bên. E’yan bûye,wekî Makron wê piştî seredana li Libnanê her’e Bexdayê û r’ûê kêmbûna we’deda ewê îdî neçe Hewlêrê. Bo wê yekê jî Makron hîvî kirîye ku hevdîtinê t’evî lîdêrê k’urd li Bexdayê derbazke. Makronê li Bexdayê r’ojekê bimîne.Ewê li wir r’astî serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimî bê, bona ku pirsên girêdayî serbestîya Îraqê, hevr’aqayîlnebûnên ŞAY û Îranêye li ser têrîtorîya Îraqê û opêrasîyona T’irk’îyayêye li Herêma K’urdistanê gotûbêjke. Pirêssa Fransîyayê e’lam kirîye,wekî himberî seredanên serokê Fransîyayêye berê, vê carê ew nikare her’e Hewlêrê, lê serokê Herêma K’urdistanê dikare her’e Bexdayê, ku r’astî Makron bê. Di navbera Fransîyayê û Herêma K’urdistanêda t’evgirêdnên dîrokîne û Fransîya çawa piştgira Herêma K’urdistanê tê h’esabê. Salekê pêşda Nêç’îrvan Barzanîyê serok li sera Yêlîsêyêda ji alîyê Makronda hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button