Sereke

K’oma dijmine mezin k’etîye bin derbê: Arsrûn Hovhannîsyan

K’oma neyaraye mezin k’etîye bin derbê, bi deha têxnîka zirih’kirî hatîye t’unekirinê.Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan e’lam kirîye.Lê berdewka wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê jî e’lam kirîye, wekî ji alîyê eskerên Ermenîstaneye p’arastinêda gelek têxnîka zirih’kirî, ku ji alîê k’oma neyarada, bona êrîşkirinê têr’a hatibû dîtinê, hatîye t’unekirinê.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûyê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button