Sereke

Dijmin li ser bajarê Martûnîyê avîyasîya leşkerî daye xebatê

Adirbêcanê rêjîma agirbestê usa jî li gundên edil teriband.Deheqa wê yekêda ji qulixdarîya Arsaxêye halên qeydeder elam kirine. “Hinekî pêşda dijmin li ser bajarê Matûnîyê avîyasîya leşkerî da xebatê û pevketina bona sekinandina agir teribandîye”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. Wezîreta parastinê ew gunehkarkirinên ji alîyê azêrîyada kirî înkar kirine, ku giva alîyê ermenî rêjîma agirbestê teribandîye.
“Wezîreta Ermenîstanêye parastinê careke mayîn bi fermî elam dike, wekî alîyê ermenî rêjîma agirbestê ji şebeqê ji seheta O8-OO-da xweyî dike.Ew elametîyên alîyê azêrîya, ku giva alîyê ermenî rêjîma agirbestê diteribîne, ne anegorî rastîyêne û armanca ya provokasîyone”,- nava elametîya belavkirîda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button