Sereke

Li Ermenîstanê û Arsaxê wê şîna sêrojê bê elamkirinê

19-ê kanûnê roja çilî, ya serhevdahatina opêrasîyonên leşkerî, demam dibe û girêdayî wê yekêra wê ji 19-ê kanûnê şîna sêroje bê elamkirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye.Bi gotina wî, ewê rojê ji meydana Komarê berbi pantêona Yêrablûrê meşê bê teşkîlkirinê. “Diqewime emê heya wî çaxî hemû cinyazên cangorîya nebînin, lê eva qirara dewletêye û ez difikirim, wekî gerekê ev qirar neyê paşdaêxistinê”,- serekwezîr gotîye û daye bawarkirinê, wekî gera cinyaza, naskirina wan, zelalkirina cîhên meivên bê ser-berate undabyî wê diha întênsîvbin.
Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye wekî tevî serekwezîrê Ermenîstanê pevketine ku li Komarên Arsaxê û Ermenîstanê şîna sêroje bê elamkirinê.
“Navên wana wê her dem dilên meda û nava rûpelên dîroka ermenîda bimînin”,-Arayîk Harûtyûnyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button